Jiyan

Li Sariqamîşê di gulanê da wek ku zivistan e berf barî

Hüseyin Demirci  | 25.05.2022 - Rojanekırın : 26.05.2022
Li Sariqamîşê di gulanê da wek ku zivistan e berf barî

Kars

 Li Sariqamîşa navçeya Qersê di hefteya dawîn a meha gulanê da hewa zehf sar bû û berf barî.

Li navçeyê duh êvarê dem demî berf barî û her der çilspî bû.

Germahiya hewayê şev di binê sifirê da dakete 2 pileyan, li ser rêyan qeşa çêbû, paceyên wesayîtan qirawî girt.

Di demsala biharê da berf barî û wek rewşeke ku zivistan hat çêbû.

Hin darên fêkiyan jî çîlspî bûn, li Navenda Şiqitandinê ya Cibiltepeyê qalindahiya berfê gihîşt 10 santêmê.

Wênekêş Turhan Koçaş got di biharê da wan wêneyên zivistanê kişand û wiha axivî: "Ji bo Sariqamîşê rojeke ecêb e. Îro 25ê gulanê ye, yanê hema hema hezîran hat. Duh êvarê berf barî û bajêr çîlspî bû. Wek wênekêş me jî serê sibê di 5an da dest bi wênekişandinê kir."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın