Li Sariqamîşê dawiya hefteyê pîst bi kaşûnhezan tijî bûn
Kars
Li Qersa ku ji bo geştiyariya zivistanê cihekî giring ê welat e, dawiya hefteyê Navenda Kaşûnê ya Sariqamîşê bi kaşûnhezan tijî bûn.
Navenda kaşûnê ya ku li raqimeke bi qasî 2 hezar û 634 metroyan e û bi daristanên çaman, berfa krîstalî û pistên dirêj ên kaşûnê navbang e.
Ev dever yek ji navendên giring ên geştiyariya zivistanê ye. Stûriya berfê li pista qonaxa duyemîn, weke 180 santîmetroyan hat pîvan.
Ji ber dawiya hefteyê, geştiyarên navxweyî û biyanî yên ku hatin navenda kaşûnê, di nav darên çaman ên bi berfê venixumandî da, kêfa kaşûn, xizank û snowboardê kirin.
Her wiha ji ber qerebalixiyê, li ber turnîkeyan rêzên dirêj çêbûn.
Perwerdîgarê kaşûnê Talip Atop ji nûçegihanê AAyê ra got ku di rojên dawî da li navenda kaşûnê berfeke pir zêde bariye û got, "Berfeke pir baş heye; duh berf barî û niha seyrangehên me bêkêmasî ne. Em her kesî vedixunîn Sariqamîşê."
Gozde Korogluya ku ji Erzinganê hatiye, destnîşan kir ku ew li ser berfa krîstalî fêrî kaşûnê bûye û got, "Em ji her deverê welatê xwe hez dikin. Em ji Erzinganê hatine û em pir kêfxweş in ku li vir in."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
