Li Sariqamîşê berfa ku li ser hev civiyabû bi qamyonan bo dervayî bajar tê veguhastin
Kars
Li Sariqamîşa navçeya Qersê berfa ku li ser hev civiyabû bi qamyonan bo dervayî bajar tê veguhastin.
Li navçeya ku qalindiya berfê lê gihiştiye 40 santîmetroyî, ekîbên şaredariyê ji bo astengî di hatûçûnê da çênebin, xebat dan destpêkirin.
Ekîb bi makineyên kar berfa li nav kuçe û kolanan li qemyonan bar dikin û derdixin dervayî bajêr.
Fatih Cengizê welatiyê dikandar ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku piştî barîna berfa zêde li ser kolan û kuçeyan girên berfê çêbûne û got, "Ji ber berfa ku 2 rojan dibarî, astengî di trafîkê da çêdibin. Bi xebata maliştina berfê ya ku ji hêla şaredariya me va tê kirin, trafîk vegeriya rewşa xwe ya normal û em ji ber xebatan kêfxweş in."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
