Cebrail Caymaz
26 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2025
Li Şanliurfaya ku yek ji germtirîn bajarên Tirkiyeyê ye, termomêtreyan germahiya hewayê 55 pile nîşan da.
Hewaya germ bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya bajêr dike.
Kesên ji kelekel û germê aciz bûn û xwestin ku xwe ji germê biparêzin çûn cihên hêşîn, park û li bin siya darên li devê Gola Masiyan.
Hin welatiyan şewqe dan serê xwe, sîwan bi kar anîn û hinek jî ketin hewzan da ku xwe hênik bikin.
Welatiyên li navenda kombûnê ya otobêsan a Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê benda otobêsan in jî bi saya pergala reşandina ava sar hênik dibin.
Ji ber kelekel û germa havînê kuçe û kolanên bajêr bêdeng in.