Li Şanliurfayê ji bo ciwanên erdhejzede bi hespan nimayiş hat kirin
Şanlıurfa
 Bi kordînasyona Wezareta Ciwanî û Werzişê ji bo kêfxweşkirina ciwanên ku ji bajarên erdhejên navend Kahramanmaraş bandor lê kir hatin li Şanliurfayê bi hespan nimayiş hat kirin. 
Di çalakiya ku li Kampusa Osmanbeyê ya Zanîngeha Heranê hat kirin da ekîba bi hesp a di bin banê Konfederasyona Werzişên Bihesp da fealiyet dike dema hesp çargavkî dibezan li ser hespê tîr avêtin û hereketên akrobatîk kirin. 
Safa Koçogluyê Alîkarê Wezîrê Ciwanî û Werzişê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li Şanliurfayê organîzasyoneke girîng kirin. 
Koçoglu diyar kir ji bo ku şopên xirab ên erdhejê bi temamî ji hişan paqij bikin dê lidarxistina organîzasyonên cuda bidomînin û ev gotin:
"Em wek wezaret ji bo hêzdarkirina ciwanên afetê bandor li wan kir dixebitin. Em li herêma erdhejê li 11 bajarên xwe bi saziyên xwe yên civakî yên sivîl ra bernameyan li dar dixin. Me hedef kir ku bi hêza ciwaniyê ya ku hevgirtinê dike li ba hevalên xwe yûn ciwan bin. Em îro jî li Şanliurfayê ne, kêfxweş in. Em bernameyên ku ji bo derûniyeta ciwanûn me dê baş bin pêk tînin."
Alîkarê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nazîf Yilmaz, Waliyê Şanliurfayê Hasan Şildak, Cîgirê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Şanliurfayê Saît Agan, Rektorê Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Mehmet Tahîr Gulluoglu û gelek erdhejzede bername temaşe kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
             