Li Şanliurfayê du otomobîl li hev qelibîn, 7 kes birîndar bûn
Şanlıurfa
Li Sêwrega navçeya Şanliurfayê du otomobîl li hev qelibîn, 2 jê zarok 7 kes birîndar bûn.
Otomobîla bi plakaya 34 END 519 a ku Ramazan b. (61) diajot li rêya Sêwreg-Wêranşarê di kîlomêtroya 35emîn da bi otomobîla ku ji aliyê din ê rê ra dihat û Ercan C. (38) dijaot ra qelibî.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, îtfaiye û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da ajokar û Alî T. (36), Emîne C. (39), Ramazan C. (31), Abdulkadîr C. (6) û Cansu C. (5) yên di otomobîlan da birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê.
Ercan Cyê ku xetereya jiyana wî heye piştî midaxeleya ewil sewqî Şanliurfayê kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
