Li Şanliurfayê xwendekar çandiniya nûjen di pratîkê da hîn dibin

Şanlıurfa
Li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkê ya Navneteweyî traktorê dajon û eraziyê dibistanê radikin û cotkariya nûjen hîn dibin.
Li Deşta Herranê ku li herêmê xwediyê eraziyên bi xêr û bereket e, dibistan li ser 52 hezar mêtreqareyî hatiye avakirin. Xwendekarên dibistanê ji bilî perwerdeya teorîk li sera, serê zeviyan, bi alavên çandiniyê û di laboratuvarên çandiniyê da perwerde dibin.
Nêzî 300 xwendekarî di beşa nebatên çandiniyê, baxçe, peyzaj û nebaxên xemlê û alav û makîneyên çandiniyê da perwerde dibin. Xwendekar piştî dersên teorîk li ser zeviyan perwerdeya pratîk jî hildidin. Xwendekar di kontrola mamosteyên xwe da çandiniya berên curbecur dikin û berên ku hildidin jî li mihtacan bela dikin.
Xwendekar bi perwerdeya ku ji dibistanê hildane va eraziyê malbata xwe jî hildidin û datînin, bi vî hawî xêr û bereket zêdetir dibe.
Midûrê dibistanê Kadîr Çîftçî ji nûçegihanê AAyê ra got ku vê dibistanê 10 sal berê bi sê polan dest bi perwerdeyê kir û di qada çandiniyê da bi rê û rêbazên çandiniya nûjen cotkarên pêşeng hatin perwerdekirin.
Çîftçî daxuyand, li herêmê ji dêvla çandiniya kevnare, ew hewl didin ku di çandiniyê da rê û rêbazên modern werin sepandin.
Esma Arguna xwendekara pola 11em diyar kir, li dibistanê 15 xwendekarên keçik jî perwerde dibin û mijûlbûna çandiniyê kêf û zewq derbas dibe, tiştên ku ew li dibistanê hîn dibin, li ser eraziyê malbata xwe jî disepînin.
Îsmaîl Solanê xwendekarê pola 11em jî diyar kir, ew berên ku di serayê da hildidin, li mihtacan bela dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.