Li Şanliurfayê xebatên lêgerîna ajokarê otomobîla ket qanala avdanê berdewam in
Şanlıurfa
Li Herana navçeya Şanliurfayê xebatên lêgerîna ajokarê otomobîla ket qanala avdanê di roja 11em da berdewam in.
Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Halil Gunduzê (42) ajokarê otomobîla ku di 29ê Berfanbarê da li tanga Taxa Bugdaytepeyê ya li ser navçeyê ket qanala avdanê, bi şefeqê ra cardin dest pê kirin.
Di hundir û dervayî qanalê da bi beşdariya ekîba ji 143 kesî pêk tê, xebatên lêgerînê didomin ku di navê da polêsên noqav û ekîbên îtfaiye û AFADê jî hene. Her wiha xebatên lêgerînê li qadeke bi qasî 80 kîlometreyî tên meşandin.
Hin welatiyên şêniyên deverê jî bi awayekî xwebexş beşdariya xebatên lêgerînê dikin.
Li navçeya Heranê 29ê Kanûnê otomobîla ku 5 kes tê da bûn ketibû qanala avdanê, kesek bi derfetên xwe derketibû, termên 3 kesan hatibûn dîtin û kesek jî wenda bûbû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
