Li Şanliurfayê xebatên lêgerîna ajokarê otomobîla ket qanala avê berdewam in
Şanlıurfa
Li Herana navçeya Şanliurfayê xebatên lêgerîna ajokarê otomobîla ket qanala avê berdewam in.
Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Halil Gunduzê (42) ajokarê otomobîla ku duh li tanga Taxa Bugdaytepeyê ya li ser navçeyê ket qanala avê, berdewam in.
Polêsên noqav û ekîbên îtfaiye û AFADê xebatên xwe yên lêgerînê li qadeke bi qasî 20 kîlometreyî li ser avê û di binê avê da dikin.
Harun Reşît Hanê Qaymeqamê Heranê û Ustegmenê Cendirme Yasîn Yapiciyê Fermandarê Cendirmeyê Navçeyê jî li herêmê xebatan dişopînin.
Xizmên Gunduz jî hatine cihê bûyerê û li benda xeberekê ne.
Li navçeya Heranê duh otomobîla ku 5 kes tê da bûn ketibû qanala avdanê, kesek bi derfetên xwe derketibû, termên 3 kesan hatibûn dîtin û kesek jî wenda bûbû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
