Li Şanliurfayê termomêtroyan germahiya hewayê 52 pile nîşan da

Şanlıurfa
Li Şanliurfaya ku yek ji germtirîn bajarên Tirkiyeyê ye, termomêtreyan germahiya hewayê 52 pile nîşan da.
Hewaya germ bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya bajêr dike.
Kesên ji germê aciz bûn û xwestin ku xwe ji germê biparêzin çûn cihên heşîn, park û li bin siya darên li devê Gola Masiyan.
Hin welatiyan şewqe dan serê xwe, sîwan bi kar anîn û hinek jî ketin hewzan ku hênik bibin.
Welatiyên li navenda kombûnê ya otobêsan a Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê benda otobêsan in jî bi saya pergala reşandina ava sar hênik dibin.
Ji ber germê kuçe û kolanên bajêr bêdeng in.