Jiyan

Li Şanliurfayê minîbusa karkeran û otomobîl li hev qelibîn û di qezayê da 15 kes birîndar bûn

Rauf Maltaş  | 08.09.2025 - Rojanekırın : 09.09.2025
Li Şanliurfayê minîbusa karkeran û otomobîl li hev qelibîn û di qezayê da 15 kes birîndar bûn

Şanlıurfa

Li Hîlwana navçeya Şanliurfayê minîbusa ku karkerên çandiniyê tê da bûn û otomobîl li hev qelibîn, li gor tesbîtên ewil 15 kes birîndar bûn.

Minîbusa ku Mehmet Demir (26) diajot û plaqeya wê 43 ABS 091 e û otomobîla ku Huseyîn Kîraz (49) diajot û plaqeya wê 27 AK 013 ye, li nêzî Taxa Ovacikê ya gundewar li hev qelibîn.

Li ser êxbarê gelek ekîbên tenduristî, îtfaiye û cendirme sewqî cihê qezayê kirin.

Di qezayê da 11 jê jin 15 kes birîndar bûn û birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Hat gotin ku rewşa birîndaran baş e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.