Li Şanliurfayê kesekî jina xwe û kurê xwe kuşt
Şanlıurfa
Li Sivereka navçeya Şanliurfayê, zilamekî piştî ku nîqaş bi wan ra kir, bi demançeyê jina xwe û kurê xwe kuşt.
Li gorî agahiyan, li Taxa Sîslîce ya gundewarî di navbera R.S. (65), jina wî Î.S. (65) û kurê wan R.S. (29) da ji ber sedemek nediyar nîqaş derket.
Dema ku nîqaş gurr bû, R.S. bi çekê gule li kur û jina xwe reşand. Piştî îxbara kesên ku dengê çekan bihîstin, ekîbên cenderme û yên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Piştî dermankirina midaxeleya seretayî ya ekîba tendirustiyê, dayik û kur dema bi ambulansê dibirin nexweşxaneyê, di rê da canê xwe ji dest dan.
Ekîbên cendermeyê R.S. yê ku ji cihê bûyerê reviyabû, girtin û ew binçav kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
