Jiyan

Li Şanliurfayê ji bo dîtina sofêrê TIRa di lehiyê da çû 4 roj e xebat didomin

Ahmet Kaplan, Ömer Yasin Ergin, Rauf Maltaş  | 18.03.2023 - Rojanekırın : 18.03.2023
Li Şanliurfayê ji bo dîtina sofêrê TIRa di lehiyê da çû 4 roj e xebat didomin

Şanlıurfa

Li Şanliurfayê ji bo Emîn Ergunê şofêrê TIRa ku 4 roj berê di lehiyê da çû bê dîtin ekîbeke nêzî ji 200 kesî pêk tê xebatên xwe didomîne.

Di 15ê Adarê da ji ber barana gur lehî çêbû û li ser rêya ku navçeyên Bozova û Hîlwanê digihêjin hev texma Taxa Yalintaşê TIR tevlî şofêrê wê Ergun (24) di avê da çûn. Ji bo dîtina şofêr li newala tê da çû û li Gola Bendava Ataturk xebat tên kirin.

Di xebatên lêgerînê da bi beşdariya ekîbên JAK û Fermandariya Cendirmeya Bajêr û xwebexşên ji Diyarbekirê hatin jî tê da ekîbeke nêzî ji 200 kesî pêk tê ji hewa û bejayê xebatên lêgerînê didomîne.

Bi qasî 30 metre di nav bendavê da dûrî peravê xebat tên kirin û parçeyekî wisa tê texmînkirin ku aîdê TIRê ye hat dîtin.

Xebatên lêgerînê ji ber heriya ku lehiyê bi xwe ra anî bi zehmetî tê meşîn.

Nas û dostên Emîn Ergûn bi hêvî li xebatên bi kordîneya Qaymeqamê Bozovayê Akin Oruç va tê kirin, dişopînin.

Yusuf Ergunê xalê Emîn Ergun got ku ji bo xwarziyê wî bê dîtin hemû derfetên dewletê ev 4 roj in tên bikaranîn û ji hemû kesên di xebatên lêgerînê da keda wan heye ra spas kir.

TIRa ku Emîn Ergun diajot di 15ê Adarê da di lehiyê da çûbû û ew dem jî bi qameraya têlefona destan va hatibû qeydkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.