Li Şanliurfayê hewaya germ kêrî çandiniya pembû hat

Şanlıurfa
Li Şanliurfaya ku yek ji navendên herî girîng ên çandiniyê ye, germahiya hewayê li gor demsalê zêde ye û ev jî kêrî çandiniya pembû tê.
Li Şanliurfaya ku ji sedî 45ê pembûyê Tirkiyeyê jê tê berhevkirin germahiya hewayê ji 40 pileyî zêdetir e û ev jî ji bo pembû gelekî baş e.
Hîndekarê Beşa Zanistên Ax û Gihandina Nebatan a Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Harranê Prof. Dr. Mehmet Alî Çullu ji nûçegihanê AAyê ra got guherîna avûhewayê ya di salên dawîn da bandoreke mezin li ser hilberîna çandiniyê dike.
Çullu destnîşan kir ku li seranserê bajêr li qadeke ji 2 milyon donimî mezintir pembû tê çandin ku hilberîna pembû hem ji bo aboriya welêt û hem jî ji bo cotkaran girîng e.
Çullu got pembû di germê da av û gubreyê baştir hildiçine û hişyarî da ku divê ew zêde neyê avdan, zêde neyê gubrekirin û li nêzîkî hev neyê reşandin da ku nexweşî lê peyda nebe.
Çullu wiha axivî: "Heta niha germahiyê zêde bandoreke neyînî li ser pembû nekir. Berevajî vê, bandorên erênî çêbûn. Ew hê di qonaxa mezinbûnê da ye û tu nexweşiyên cidî jî xuya nakin. Çavdêriyên me yên li zeviyê nîşan didin ku heta niha tu bandorên neyînî yên girîng li ser pembû tune."
Çullu got ji ber ku guherîna avûhewayê wê dewam bike û av jî wê kêm bibe, divê ber û berhemên ku di hewaya germ û erdê hişk da hêşîn dibin bên reşandin û çandiniya wan bê kirin.
Huseyîn Demirê karê pembû dike jî got wî li ser erdekî 30 donimî pembû reşandiye, di bin germê da xebat zehmet e, lê ji ber ku rewşa pembû baş e ew ê çandiniyeke bibereket bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.