Li Şanliurfayê germahiya hewayê gihîşt 48 pileyan

Şanlıurfa
Li Şanliurfaya ku di nav bajarên herî zêde germ ên Tirkiyeyê da ye, termomêtroyan germahiya hewayê 48 pile nîşan da.
Li bajêr germa zêde tesîrê li jiyanê dike.
Li bajarê ku termomêtroyan germahiya hewayê 48 pile nîşan da hin welatî çûn parkan û devê Gola Masiyan da ku xwe ji germê biparêzin.
Ji bo ku li herêma çarşiya dîrokî welatî bikaribin bi rehetî danûstendinê bikin, vantîlator tên xebitandin.
Hin zarok li hewşa Mizgefta Hesen Paşa ya li nêzîkî Gola Masiyan ketin herqa avê ku hênik bibin.
Ji welatiyan Servet Murat daxuyand ku li bajêr hewa pir germ e, ew li cihên sî, dar û hêşinahiyê dema xwe derbas dikin, dest û serçavên xwe dişon ku hênik bibin.