Jiyan

Li Şanliurfayê di şerê çekdarî da 2 ciwan bi giranî birîndar bûn

Rauf Maltaş  | 20.11.2025 - Rojanekırın : 20.11.2025
Li Şanliurfayê di şerê çekdarî da 2 ciwan bi giranî birîndar bûn Rauf Maltaş

Şanlıurfa

 Li Karakopruya navçeya Şanliurfayê di şerê çekdarî da 2 ciwan bi giranî birîndar bûn.

Li Taxa Gullubaxê nîqaşeke ku di navbera du koman da ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn derket, veguherî şerê çekdarî.

Di şer da Alî Eskîler (23) û Baver Andîç (24) bi giranî birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Şanliurfayê.

Ji bo ku kesên tevlî pevçûnê bûne tesbît bikin, polêsan li taxê tevdîrên ewlehiyê girtintin.

Diyar bû ku gelek gule li otobêseke gel, 3 wesayîtan, 2 avahiyan û marketekê ketine.

- Kêliya şer di kameraya ewlehiyê da hat qeydkirin

Di vê navberê da kêliya şer ji hêla kameraya ewlehiyê ya marketa li wir û her wiha otobêsa gel ya ku gule lê ketibûn va hat qeydkirin.

Di dîmena ku ji aliyê kameraya marketê va hatiye qeydkirin da tê dîtin ku kesekî di şer da ji lingê xwe birîndar bûye, di destê wî da tivingek heye û xwe davêje hundirê marketê. Kasîyer û mişterî ji ber vê yekê ditirsin.

Di dîmenê kameraya ewlehiyê ya di otobêsa gel da jî tê dîtin ku komeke di navbera wan da şer çêdibe ji nişkê va derdikevin li ber otobêsa ku diçe û guleyek li paceya otobêsê dikeve.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın