Jiyan

Li Şanliurfayê ciwanê ku di şerê çekdarî da bi giranî birîndar bûbû mir

9 şikbarên ku beşdarî şer bûne hatin binçavkirin

Rauf Maltaş  | 20.11.2025 - Rojanekırın : 20.11.2025
Li Şanliurfayê ciwanê ku di şerê çekdarî da bi giranî birîndar bûbû mir Rauf Maltaş

Şanlıurfa

 Li Karakopruya navçeya Şanliurfayê di şerê çekdarî da 2 ciwan bi giranî birîndar bûbûn ku ji wan yek li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin mir.

Li Taxa Gullubaxê nîqaşa ku di navbera du koman da ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn derket, veguherî şerê çekdarî.

Di şer da Alî Eskîler (23) û Baver Andîç (24) bi giranî birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Şanliurfayê.

Alî Eskîler li nexweşxaneyê mir, dermankirina Baver Andîç jî li heman nexweşxaneyê dewam dike.

Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê der barê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin û 9 şikbarên ku hat tesbîtkirin beşdarî şer bûne hatin binçavkirin.

Karên şikbaran li Midûriyeta Ewlehiya Bajêr a Şanliurfayê dewam dike.

Li Karakopruya navçeya Şanliurfayê duh di şerê çekdarî da 2 ciwan bi giranî birîndar bûbûn. Di şer da gelek gule li otobêseke gel, 3 wesayîtan, 2 avahiyan û marketekê ketibûn û ew kelî di kamerayên ewlehiyê da hatibû qeydkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın