Jiyan

Li Şanliurfayê cinazeyê kesê ku ket qanala avdêriyê û di ro da çû, 4 roj şûnda hat dîtin

Müslüm Etgü  | 29.07.2025 - Rojanekırın : 30.07.2025
Li Şanliurfayê cinazeyê kesê ku ket qanala avdêriyê û di ro da çû, 4 roj şûnda hat dîtin

Şanlıurfa

 Li Halîliyeya navçeya Şanliurfayê cinazeyê kesê ku ket qanala avdêriyê û di ro da çû, hat dîtin.

Mehmet Fatîh Yildiz (27) 4 roj berê li nêzî Taxa Şeyhçobanê ya gundewar ket qanala avdêriyê û tê da winda bû. Xebatên lêgerînê ji bo dîtina Yildiz dan destpêkirin.

Digel Şanliurfayê ji Hatayê polêsên xozneber hatin. Ev polês û ekîbên Lêgerîn û Xelaskirinê yên Şanliurfayê yên Şaredariya Bajarê Mezin (ŞUAK) û ekîbên Midûriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) ya Bajêr li herêmê ser rûyê avê û binê avê geriyan.

Ekîbên ŞUAKê di roja çaremîn da li nêzî Taxa Meydankapiyê ya navçeya Heranê cesedê Yildiz 80 kîlomêtre dûrî cihê ku lê ket avê dît.

Cesedê Yildiz ji avê hat derxistin û seba otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî.

Yildiz di 26ê Tîrmehê da li navçeya Halîliyeyê ketibû qanala avdêriyê û di ro da çûbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.