Jiyan

Li Şanliurfayê 2 hezar û 638 sikeyên dîrokî hatin bidestxistin

Eşber Ayaydın  | 14.01.2026 - Rojanekırın : 14.01.2026
Li Şanliurfayê 2 hezar û 638 sikeyên dîrokî hatin bidestxistin

Şanlıurfa

 Li Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê 2 hezar û 638 sikeyên ku wek berhêmên dîrokî tên hesibandin û 6 parçe eşyayên xemlê hatin bidestxistin, şikbarek jî hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li navçeya Ceylanpinarê di çarçoveya têkoşîna dijî qaçaxçîtiyê da li mala kesekî ku jê ketin şikê lêgerîn kirin.

Di operasyonê da 2 hezar û 638 sikeyên ku wek berhêmên dîrokî tên hesibandin û 6 parçe eşyayên xemlê hatin bidestxistin.

Karên fermî yên şikbarê ku hat binçavkirin li fermadandariya cendirmeyan dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.