Jiyan

Li Sêwasê minîbusa karkerên findiqan di kendal da çû xwarê, 4 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn

Halife Yalçınkaya  | 05.08.2025 - Rojanekırın : 06.08.2025
Li Sêwasê minîbusa karkerên findiqan di kendal da çû xwarê, 4 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn

Sivas

 Li Suşehriya navçeya Sêwasê, minîbusa karkerên findiqan di kendal da çû xwarê û li gorî encamên destpêkê 4 kes mirin û 4 jê giran 18 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyê, minîbusa plaqe 21 UA 412 ya ku nasnameya ajokarê wê hê nehatiye tesbîtkirin û ji Şanliurfayê karkerên çandiniyê ji bo berhevkirina findiqan dibirin Orduyê, li tanga Şarkoyê ya Derwazeya Geminbeliyê serî ji ajokar sitand û totî kendal bû.

Li ser îxbarê, ekîbên tenduristî, îtfaiye, cendirme û AFADê bo cihê qezayê hatin verêkirin.

Di qezayê da Zeliha Yilmaz û Îbrahîm Erol û her wiha 2 kesên ku navê wan nehat bidestxistin mirin û 4 jê giran 18 kes jî birîndar bûn.

Birîndar bo nexweşxaneyên dewletê yên navçeyên Suşehrî û Zarayê hatin veguhestin.

Xebata ekîban a derxistina minîbusê ji binê kendal berdewam e.

Ji aliyê din va di daxuyaniya Walîtiya Sêwasê da jî wiha hat gotin, "Ji bo welatiyên me yên di qezayê da mirin em ji Xwedê rehmetê dixwazin û her wiha em sersaxiyê didin eqrebayên wan. Ji welatiyên me yên birîndar ra jî em şifayê dixwazin û hêviya saxî û silametiya wan dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın