Jiyan

Li Sêwasê mînîbusa karkerên findiqan di kendal da çû xwarê, 3 kes mirin û 18 kes birîndar bûn

Halife Yalçınkaya  | 05.08.2025 - Rojanekırın : 05.08.2025
Li Sêwasê mînîbusa karkerên findiqan di kendal da çû xwarê, 3 kes mirin û 18 kes birîndar bûn

Sivas

 Li Suşehriya navçeya Sêwasê, mînîbusa karkerên findiqan di kendal da çû xwarê û li gorî encamên destpêkê 3 kes mirin û 4 jê giran 18 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyê, mînîbusa plaqe û nasnameya ajokarê wê hê nehatine tesbîtkirin ya ku ji Şanliurfayê karkerên çandiniyê ji bo berhevkirina findiqan dibirin Orduyê, li tanga Şarkoyê ya Derwazeya Geminbeliyê serî ji ajokar sitand û totî kendal bû.

Li ser îxbarê, ekîbên tenduristî, îtfaiye, cendirme û AFADê bo cihê qezayê hatin verêkirin.

Di qezayê da li gorî encamên destpêkê 3 kes mirin û 4 jê giran 18 kes birîndar bûn.

Birîndar bo nexweşxaneyên dewletê yên navçeyên Suşehrî û Zarayê hatin veguhestin.

Ji aliyekî din va di daxuyaniya Walîtiya Sêwasê da jî wiha hat gotin, "Ji bo welatiyên me yên di qezayê da mirin em ji Xwedê rehmetê dixwazin û her wiha em sersaxiyê didin eqrebayên wan. Ji welatiyên me yên birîndar ra jî em şifayê dixwazin û hêviya saxî û silametiya wan dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın