SİİRT
Şaredariya Sêrtê li bexçê avahiya agirkujiyê ya li Parka Kızlartepesî, merasim li dar xist.
Waliyê Sêrtê Ahmet Aydin, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Qurtalanê Necat Yilmaz, Serokê Yekîtiya Odeya Esnaf û Hunermandan M. Rifat Ayyildiz, Cîgirê Serokê Pîşesazî û Bazirganiyê Metîn Ariturk û dawetvanî beşdar bûn û agirê 'Melede' bi hev re vêxistin.
Walî Aydin di merasimê de agirê "Melede"yê vêxist û anî ziman ku ji bo agir vêxin hatine li vir û vî agirî ne ji bo şewatê, ji bo ronîkirinê vêxistine.
Walî Aydin got ku kevneşopa "Melede"yê dê mîna demên berê, li hemû taxan bê vêxistin. Her wiha anî ziman ku kîjan tax agirê Meledeyê xweşik amade kiribe, dê wek xelat zêrek bistîne û di vê navberê de jî rojiya welatiyan pîroz kir.
Walî Aydin di merasimê de der barê pêvajoya çarêseriyê de got: "Bila zarên me nemirin û xwîn nerije. Der barê aştiyê de çi ji destê me tê em dikin. Em mecbûr in vê bikin. Em wekî walî, şaredar, welatî, mecbûr in ku çi ji destê me bê bikin. Bi îzna Xwedê em ê bigihêjin encamekê. Em ê biratiyê dîsa li vê herêma ku bi salan di nav biratiyê de jiyane, ava bikin.
Sadak jî got ku tu mafê kesekî tuneye ku pêvajoya çareseriyê provake bike. Civat dê bi xwe aştiyê pêk bîne. Sadak wiha dewam kir: "ji bo pirsgirêka çarêseriyê em ê remezanê bi xweşî û rindî pîroz bikin.
Agirê "Melede"
Tê bawerkirin ku agirê Melede dema ku Sêrt di heyama Hz.Omer de îslamiyetê qebûl kir, hat vêxistin. Her sal di roja pêşiya remazanê de li qadên taxan dihat vêxistin. Amadekirina Melede, mehek berê dest pê dikir, gelê taxê mal bi mal digeriyan û qirş û qal kom dikirin. Ev qirş û qal bi heyranokan, rojek beriya Remezanê dihat dadan.