Li Sêrtê di meha remezanê da ji bo helawa tehînê teleb zêde bû
Siirt
Li Sêrtê, malbata Apari ya ku 5 nifş in bi rê û rêbazên kevnare helawa tehînê çêdikin, di meha remezanê da jî karê xwe berdewam dikin.
Li Sêrtê Hayrettin Apariyê 73 salî digel lawê xwe û neviyê xwe li fabrîqaya 3 hezar metreqareyî ya li Sîteya Sinayiya Biçûk a Sêrtê helawa tehînê çêdike.
Li fabrîqeyê madeyên kîmyewî nayên bikaranîn, helaw bi rêbazên kevnar tê çêkirin. Ewil kunciyan dişon, paşê diqelînin û herî dawî di makîneyan da dihêrin û dikin tehîn.
Peyra şekir dikelînin, di qaliban da şekir û tehînê dikin nav hevdu û dikin helaw. Demekê helaw di qaliban da dimîne, sar dibe û paşê ji bo mişteriyan tê amadekirin.
Hayrettin Apari ji nûçegihanê AAyê ra got ku malbata wan pênc nifş e ku helawê çêdikin.
Apari got ku kalê wî di sala 1890î da li cem eqrebayan, li Sêrtê hînî çêkirina helawê dibe, salekê bi şûnda li Sûka Helwaciyan kargeha xwe vedike û wiha dewam kir:
"Kalê min di sala 1980yî da hînî vî karî bû, bavê min jî li cem wî hîn bû. Ez jî ji bavê xwe hîn bûm. Niha jî lawê min û neviyê min berdewam dikin. Ev pênc nifş in em vî karî dikin. Em berên xwe dişînin Stenbol, Bursa, Aydin, Antalya, Mersîn û Enqereyê. Armanca me ew e ku em vî karî bi heman kalîteyê berdewam bikin."
