Li Sêrtê 15 wesayîtên ku di berfê da asê man hatin xelaskirin
Siirt
Li Perwarîya navçeya Sêrtê,15 wesayîtên ku di berfê da asê man ji hêla ekîban va hatin xelaskirin.
Li gorî daxuyaniya Rêvebiriya Taybet a Bajêr, ji ber berf û bagerê li Taxa Çemîkareyê wesayît di rê da asê man.
Li ser cawdayînê ekîbên paqijkirina berfê çûn herêmê.
Ekîban piştî xebatê 15 wesayît û welatiyên ku di wesayîtan da bûn xelas kirin.
Ji hêla din, rêya gundê Keskîn-Karşiyakayê ya li ser navçeya Perwarîyê û rêya gundê Yagcilarê ya li ser navçeya Şîrwanê ji ber hezazê hatin girtin.
Piştî xebata ekîban her du rê jî hatin vekirin.
