Abdullah Söylemez,Günay Nuh,Yunus Hocaoğlu,Sidar Can Eren,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
17 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2022
Li Erzirom, Qers, Erdexan, Tuncelî û Agiriyê sir û seqem tengasiyê dide kişandin.
Li Erziromê çend roj in sir û seqem heye bi taybetî li deverên bilind cemed çêbû.
Li ser dar û nebatan qiravî çêbû, camên wesayîtan qeşa kişand.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindahiya berfê derket 18 santêman, bi şev germa hewayê di binê sifirê da 2 pile hat pîvan.
- Qers
Li Qersê ji ber sir û seqema ku çêbû, li ser dar û beran qiravî çêbû, hin robar qerimîn.
Li bajêr min jî çêbû û mesafeya dîtinê kêm bû. Bi taybetî li deverên bilind şofêran di rêyan da tengasî kişand.
Li navçeya Sariqamîşê bi şev germa hewayê 7 pile di binê sifirê da hat pîvan. Serê sibehê ji ber qiraviyê her der spî çîl bû, hin welatiyan wesayîtên xwe pêçan.
Daristana Çamê qiravî girt û dîmenekî xweş derxist holê.
- Erdexan
Li Erdexanê jî sir û serma û mij heye.
Germa hewayê li bajêr ket binê sifirê û cî bi cî cemed çêbû, li deverên bilind berf barî û mij çêbû.
- Agirî
Li Afgiriyê sir û serma û mijê tengasî da kişandin.
Li bajêr serê sibehê mij çêbû û mesafeya dîtinê kêm bû.
Ji ber mijê wesayîtan farên xwe vêxistin û wisa pêş ketin.
Camên wesayîtan di sir û seqemê da qeşa kişandin.
- Tuncelî
Li Ovacix û Pulumura navçeyên Tunceliyê jî ji ber sir û sermayê qismekî çem û robaran qerimî, dar û beran qiravî girt.
Welatiyên ku li navçeyê rêncberiyê dikin, di sir û seqemê da heywanên xwe berdan çêrê.
Li ser deverên bilind ên bajêr jî mij çêbû.