Li Rojhilatê Andoluyê rêya 2 hezar û 454 gund û gundikan hat girtin
Ardahan
Li Erzirom, Erdexan, Qers, Îdir, Erzincan, Tuncelî û Agiriyê ji ber şert û mercên hewayê yên neyênî, rêya 2 hezar û 454 gund û gundikan hat girtin.
Berfa ku li Erziromê dibare di trafîkê da dibe sedema pirsgirêkan.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêya 1167 gund û gundikan ku ji ber berfê asê bûn, xebatên xwe didomînin.
Ji ber şert û mercên hewayê yên neyênî li Erdexanê 132, li Qersê 212, li Îdirê 13, li Tunceliyê 92, li Erzincanê 494 û li Agiriyê 344 gund û gundik rêyên wan asê bûne.
Ekîbên Îdareya Taybet a Parêzgehê ji bo vekirina rêyên asê xebatên xwe didomînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
