14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
VAN
Hat ragihandin ku li Bidlîs, Mûş, Hekarî û Wanê ji ber berfê rêya 734 gund û taxan hat girtin.
Midûrê Xizmetên Ragihandin û Rê ya Îdareya Taybet a Bidlîsê Yucel Îlarslan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku rêya 25 gundên ku girêdayê navend û navçeyan in, hatin girtin.
Îlarslan got xebat dewam dikin ku rê bên vekirin.
Midûrê Meteorolojiyê ya Bidlîsê Rasîm Saraç jî got ku heta roja sêşemê berfê bibare, li bajêr germahiya hewayê bi şev di bin sifirê de 5 pile û bi roj jî pileyek hat pîvandin.
Saraç got ku li navenda bajêr qalindahiya berfê gihîşte 75 santîmêtroyan.
- Mûş, Hekarî, Wan
Sekretê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur daxuyand ku li Mûşê rêya 360 gundên girêdayê navend û navçeyan hatin girtin.
Yentur got dema berf bisekine tîmê wê rêyan vekin û wiha axivî: "Berf û bahozê rêyên ku me vekiribûn cardin girt."
Li Hekariyê rêya 14 gundan û 29 mezrayan, li Wanê jî rêya 96 taxan hat girtin.