Haydar Şahin
14 Sibat 2018•Rojanekirin: 17 Sibat 2018
VAN
Li Wanê ji ber berf û bagerê rêya 39 gund û taxan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin, piştî xebatan rêya 26 gund û taxan hat vekirin. Ji bo vekirina rêya 13 gund û taxan jî xebat dewam dikin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku rêya 13 gund û taxan girtî ye.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ekîbên paqijkirina berfê rêya 26 gund û taxan ji bo çûyîn û hatinê vekirin, rêya 5 gundên Baxçesarayê, 4 gundên Başqeleyê, gundeke Gurpinarê, 3 gundên Gevaşê vê gavê girtî ne.
Hat destnîşankirin ku ji bo vekirina rêyên girtî ekîbên paqijkirina berfê xebatên xwe didomînin.
Hat ragihandin ku rêya 3 gund û 8 gomên Hekariyê ji ber berf û bagerê girtî ne, ekîb ji bo vekirina van rêyan xebatên xwe didomînin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê, li herêmê hewayê ewrsayî be, dibe ku carcaran li rojhilatê Wanê berf bibare.
Li gor texmînan dibe ku bi şev û ber destê sibê cemed çêbe û mij bikeve.
Bi şev germahiya hewayê li Mûş û Hekariyê 1, li Wanê di binê sifirê da 1, li Bidlîsê jî di binê sifirê da 4 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Wan û Hekariyê 4, li Bidlîsê 5 û li Mûşê jî 8 pile be.