Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê welatî ji ber sermayê zehmetiyê dikişînin

Haydar Şahin  | 23.01.2021 - Rojanekırın : 24.01.2021
Li Rojhilatê Anadoluyê welatî ji ber sermayê zehmetiyê dikişînin İsmail Kaplan - Anadolu Ajansı

Erzurum

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber sermayê welatî tengasiyê dikişînin.

Li Erziromê piştî berfa heftekê barî hewa gelekî sar bû, kuçe û kolan cemidîn.

Hin ajokaran ji bo wesayîtên xwe ji sermayê mihefeze bikin betaniye lê alandin.

Sivingê xaniyan cembelîk girtin, qiravî di ser daran da ket.

- Erdexan

Li Erdexanê ji ber sermayê qiravî di ser daran da ket.

Li rê û peyarêyan cemed çêbû, camên gelek dikanan jî qeşa girt.

Karkerên şaredariyê ji ber sermayê karên xwe yên rojane bi zor zehmetî kirin.

- Agirî

Li Agiriya hewaya wê gelekî sar bû jî depoya TIRan qeşa girt.

Ajokaran di binê depoyên wesayîtên xwe da agir dadan ku wesayîtan bixebitînin.

Li bajêr kuleka kombiyan jî cemidî û sivingê xaniyan cembelîk girtin.

Welatiyan betanî û naylon avêtin ser wesayîtên xwe da ku necemidin. Li bajêr çem jî cemidîn.

- Qers

Li Qersê welatî ji ber hewaya sar tengasiyê dikişînin.

Li bajêr çem û şirşirneg cemidîn, qiravî di ser dar û nebatan da ket.

Mehmet Ogul Tarhanê welatî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Qersê ji ber sermayê zehmetiyê dikişînin û got, "Zivistana me her tim wiha ye, ji destê me tiştek nayê. Di van şertan da çûyîna kar gelekî zor e."

Li Sariqamîşê jî qiravî di der dar û nebatan da ket, sivingê xaniyan cembelîk girtin. Hin welatiyan wesayîtên xwe bi teqwiyeya akuyê dan xebitandin.

Alper Sariyê welatî diyar kir ku di van rojên dawîn da serma zêde bû û wiha pê da çû: "Bi şev germahiya hewayê dadikeve 32 pileyên binê sifirê. Qiravî di ser daran da dikeve. Wesayîtên me naxebitin, înşaellah hewayê germ bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın