Önder Beyter
06 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2021
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê sir û seqem tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li Erziromê sir û seqem li kuçe û kolanan bû sedema çêbûna cemedê.
Li navenda bajêr bi baniyê avahiyan va şembelûk daliqîn, şadirwan qerimîn û camên wesayîtan cemed girt.
- Îdir
Li Îdirê dar û nebatan kirasê spî yê ji qiraviyê li xwe kirin.
Li bajarê ku menzereyeke xweşik lê çêbû, darên spîçîl bi droneê hatin kişandin.
- Erdexan
Li Erdexanê sir û serma jiyanê dixe tengasiyê.
Li bajêr ji ber sir û seqemê li ser rê û peyarêyan cemed çêbû.
Li bajêr bi baniyê avahiyan va şembelûk daliqîn û her wiha welatiyan jî wesayîtên xwe bi betanî û cilikan nixumandin.
- Qers
Li Qersê ji ber hişkiyê dar û nebatan qiravî girt.
Her wiha li bajêr şembelûk bi baniyên avahiyan daliqîn.
Li bajêr ekîbên şaredariyê xebata avêtin û paqijkirina berf û cemedê kirin û rê xwê kirin.
Ji bo ku serma neke, hin kesan wesayîtên xwe bi betanî û cilikan nixumandin.
- Agirî
Li Agiriyê jî serma tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li bajêr ji ber hişkiyê rûyê çeman qerimîn û her wisa welatiyan wesayîtên xwe bi betanî û cilikan nixumandin ku serma nekin.