Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê qadên avî cemidîn, dar û beran qiravî girt

Abdullah Söylemez, Cüneyt Çelik, Fırat Atmaca, Günay Nuh, Hüseyin Demirci, Muhammet Mutaf, Sidar Can Eren, Koray Kola  | 07.01.2026 - Rojanekırın : 07.01.2026
Li Rojhilatê Anadoluyê qadên avî cemidîn, dar û beran qiravî girt

Erzurum

Li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Tunceliyê, ji ber hewaya sar qadên avî cemidîn, li ser banên xaniyan şembelûk çêbûn û dar û beran jî qiravî girt.

Li Erziroma ku termomêtroyan bi şev di binê sifirê da 13 pile nîşan da, paceyên xanî, kargeh û wesayîtên parkkirî ji ber sermayê qeşa girt.

Li ser banên avahiyan şembelûk çêbûn û kaniyên mizgeftan cemidîn.

Hin welatiyan ji bo ku wesayîtên xwe ji sermayê biparêzin ew bi betaniyan pêçan.

Ekîbên Rêbejayê û yên Şaredariya Bajarê Mezin li ser rê û peyarêyan xebatên paqijkirina berfê didomînin.

- Qers

Li Qersê hewa sar e, germahiya hewayê di binê sifirê da heta 19,4 pileyan kêm bû.

Li bajêr qadên avî cemidîn, li ser banên xaniyan şembelûkên ku qasî 2-3 mêtro dirêj çêbûn û dar û beran jî qiravî girt.

Hin welatiyan betanî û branda avêtin ser wesayîtên xwe da ku ji sermayê biparêzin.

Li navçeya Sariqamîşê jî hewa sar e, germahiya hewayê di binê sifirê da 14 pile hat pîvan.

Li navçeyê paceyên xanî, kargeh û wesayîtan ji ber sermayê qeşa girt, li ser banên xaniyan şembelûk çêbûn, dar û beran jî qiravî girt.

- Erdexan

Li Erdexanê hewaya sar bû sedema qeşagirtinê.

Rê cemidîn û rûyê çeman qeşa girt.

- Agirî

Li Agiriyê jî sir û sermaya zêde dewam dike.

Li bajêr çem û robar cemidîn, li ser banên xaniyan şembelûk çêbûn.

Dîmenê Çemê Muradê ya li navçeya Xamurê ya ku rûyê wê qeşa girtiye, bi dronê hat kişandin.

- Tuncelî

Li Tunceliyê hewaya sar bandoreke neyînî li ser jiyana rojane dike.

Li bajêr germahiyê hewayê di binê sifirê da heta 10 pileyan kêm bû, dar bi qiraviyê hatin nixumandin û li ser banan şembelûk çêbûn.

Rûyê çem û golan qeşa girt, çiya bi mijê hatin nixûmandin.

Li navçeya Çemîşgezekê jî ji ber qeşayê li ser rêyan qeşa çêbû.

Ekîbên şaredariyê li ser rêyên taxan xoyê direşînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.