Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê li 5 parêzgehan berf û serma bi tesîr e

Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci, Abdullah Söylemez, Günay Nuh, Hilmi Tunahan Karakaya, Muhammed Onur Yavrutürk, Sidar Can Eren  | 12.02.2026 - Rojanekırın : 12.02.2026
Li Rojhilatê Anadoluyê li 5 parêzgehan berf û serma bi tesîr e Muhammed Onur Yavrutürk

Erzurum

 Li Erzirom, Qers, Agirî, Erdexan û Tunceliyê berf û serma tesîra xwe nîşan dide.

Li Erziroma bi berfê venixumî, ajokar û welatiyan ji ber berfa li ser rê û peyarêyan zehmetî kişandin û her wiha wesayîtên parqkirî bi berfê spî bûn.

Li bajarê ku sir û seqem bi tesîr e, şembelûk bi baniyên avahiyan va daliqîn.

Dîmena berfê ya binkeya Zanîngeha Ataturkê bi dronê hat kişandin.

- Qers

Li Qersê berfa ku sê roj e bi navber dibare, tesîreke neyînî li jiyanê dike.

Li bajêr ji ber hişkiyê, dar û nebatan qiravî girt.

Li navçeya Sariqamîşê ji ber berfa bi navber bariya, daristanên çamên zer û nebat spîçîl bûn.

Esnafê bajêr berfa li ber kargehên xwe avêt. Ekîbên Şaredariya Sariqamîşê jî berf verot û rê xwê kirin.

- Agirî, Erdexan û Tuncelî

Li Agiriyê berf tesîra xwe didomîne.

Berfa ku li tevahiya bajêr dibare, nexasim li herêmên çiyayî jiyanê dike tengasiyê.

Li Erdexanê jî hewa sar e. Bi tesîra sermayê li bajêr cemed û qiravî çêbû.

Li Tunceliyê jî germahî di bin sifirê da daket 2 pileyan û di encamê da di rêyan da cemed çêbû.

Ekîban kuçe û her wiha kolanên sereke xwê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın