Li Rojhilatê Anadoluyê li 3 parêzgehan tavî dê were
Erzurum
Tê texmînkirin, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li 3 parêzgehan tavî û taviya bibirqetav dê were.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê perçe ewrayî be û her wiha ji danê nîvro şûnda li Agirî, Qers û Erdexanê tavî û taviya bibirqetav dê were.
Li herêma ku germahî dê di ser asta demsalê da be, ba jî dê ji bakur û rojava nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Erdexanê 3, li Qers û Agiriyê 5, li Erziromê 6, li Erzinganê 12 û li Îdirê jî 15 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde Îdirê 30, li Erzinganê 29, li Agiriyê 25, li Qers û Erziromê 23 û li Erdexanê jî 21 pile be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.