Önder Beyter
13 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2019
VAN
Seba 4 parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û hişkiyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, li piraniya herêmê hewa dê perçe û pir ewrayî be, ji danê nîvro şûnda jî li dewrûbera Hekariyê cih cihan berf dê bibare.
Li herêmê herwiha tê texmînkirin ku germahiya hewayê dê di asta demsalê da be û ba jî wê ji milê rojhilat nerm lê car caran jî nîveqewî were.
Bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê da li Bidlîsê 20, li Hekarî û Mûşê 12 û li Wanê jî 8 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku bi roj jî germahiya hewayê ya herî bilind dê li Wanê 1, di bin sifirê da li Mûş û Bidlîsê 3 û li Hekariyê jî 5 pile be.
Rayedaran herwiha ew hişyarî jî anîn ziman ku divê welatî li hemberî xetereyên muhtemel ên sir û serma, cemed û berfê baldar û bitedbîr bin.