Önder Beyter
25 Tebax 2020•Rojanekirin: 25 Tebax 2020
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê dê di asta demsalê da be.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê kêmewrayî û sayî be.
Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji çend milan nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Erdexanê 3, li Qersê 4, li Agiriyê 5, li Erzirom û Îdirê 12, li Erzinganê 13 û li Tunceliyê jî 16 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 33, li Erzinganê 32, li Îdirê 28, li Agirî û Erziromê 26, li Qers û Erdexanê jî 24 pile be.