Önder Beyter
19 Adar 2018•Rojanekirin: 20 Adar 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê wê 3 an 5 pile di ser asta demsalê ra be.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa kêm û perçe ewrayî be.
Tê texmînkirin ku li herêmê germahiya hewayê 3 an 5 pile di ser asta demsalê ra be û ba jî wê ji başûr û rojavayê başûr nerm, car carî jî qewî were.
Li herêmê germahiya bi şev li Erzinganê 7, li Îdir û Tunceliyê 6, li Erziromê 3, li Agiriyê 1, li Erdêxanê sifir û herwiha di bin sifirê da li Qersê jî 2 pile hat pîvan.
Germahiya nava rojê jî tê texmînkirin ku li Îdirê 22, li Tunceliyê 20, li Erzinganê 19, li Agiriyê 15, li Qers û Erziromê 14 û li Erdêxanê jî 13 pile be.