Li Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê wê li gor demsalê di navbera 3-6 pileyan da kêm be
Erzurum
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê li gor demsalê di navbera 3-6 pileyan da kêm tê payîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî be, ji nîvro pê va jî li Erdexanê baranê bibare.
Li gor texmînê li herêmê germa hewayê li gor demsalê di navbera 3-6 pileyan da wê kêm be, ji hêla bakur û bakurê rojava beyekî nerm û caran jî nîvqewî bê.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm li Erziromê sifir, li Qers û Agiriyê pileyek, li Erdexanê 2, li Tunceliyê 5, li Erzincanê 6 û li Îdirê jî 11 pile hat pîvan.
Di nava rojê da germa hewayê ya herî zêde jî li Tunceliyê 21, li Îdirê 18, li Agiriyê 15, li Erzincanê 13, li Erziromê 12, li Qersê 11 û li Erdexanê jî 7 pile tê payîn.