Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê germa herî kêm di binê sifirê da bi 7 pileyan va li Agiriyê hat pîvan

Türkan Tosun  | 23.11.2020 - Rojanekırın : 24.11.2020
Li Rojhilatê Anadoluyê germa herî kêm di binê sifirê da bi 7 pileyan va li Agiriyê hat pîvan

Erzurum

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa herî kêm a bişev di binê sifirê da bi 7 pileyan va li Agiriyê hat pîvan.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li tevahiya herêmê hewa wê kêm ewrayî û dem demî jî pir ewrayî be.

Li herêmê germa hewayê wê li gor şertê demsalê be, ji hêla bakur va bayekî nerm, car caran jî bayekî nîvqewî bê.

Tê texmînkirin li bakur û rojhilatê herêmê serê sibê qeşa û cemed wê çêbibe.

Bişev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 3 pile, li Erzincanê 0 pile, di binê sifirê da li Erdexan û li Erziromê 5 pile, li Qersê 6 pile û li Agiriyê jî 7 pile hat pîvan.

Nav rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdir û Erzincanê 9, li Agiriyê 4, li Erziromê 3, li Qersê 2 û Erdexanê 0 pile tê payîn.

Şev û serê sibê ji ber ku li herêmê qeşa û cemed wê çêbibe, hişyarî hat dayîn ku gel, şofêr û rayedar bi tevdîr bin.

- Li Qersê serma

Li Qersê germa hewayê di binê sifirê heta 6 pileyan kêm bû, golên avê yên biçûk qeşa girtin.

Ji ber sermayê paceyên wesayîtan qiravî girtin, welatiyan betanî avêtin ser wesayitên xwe.

Li gundê Yalinkayaya girêdayî navendê golên avê yên biçûk yên ji bo avdana heywanan hatine çêkirin qeşa girt.

- Li Erdexanê berf

Li Erdexanê jî berf barî, hewa sar bû.

Li bajêr germa hewayê di binê sifirê heta 5 pileyan kêm bû.

Bajêr piştî berfê bi rengê spî va nixûmî.

- Li Agiriyê serma

Li Agiriyê piştî berf û sermayê jiyan zehmettir bû.

Ji ber hewaya sar paceyên wesayîtan qeşa girt.

Qirawiya li ser dar û beran jî dîmenên xweş derxistin holê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın