Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê germa herî kêm di binê sifirê da bi 15 pileyî va li Erdexanê hat pîvan

İlhami Erkılıç  | 05.12.2021 - Rojanekırın : 06.12.2021
Li Rojhilatê Anadoluyê germa herî kêm di binê sifirê da bi 15 pileyî va li Erdexanê hat pîvan

Erzurum

 Li Herêma Rojhilata Anadoluyê bişev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 15 pileyî va li Erdexanê hat pîvan.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî be, aliyê bakur cî bi cî wê ewrayî be.

Li herêmê bişev û serê sibehê qeşa, cemed û cî bi cî xumam wê çêbibe.

Li gor texmînê germa hewayê ya herêmê wê li gor demsalê be.

Bişev germa hewayê ya herî kêm li Tunceliyê pileyek, di binê sifirê da li Erdexanê 15, li Agiriyê 14, li Qersê 13, li Erziromê 9, li Erzincan û Îdirê 3 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 11, li Îdirê 9, li Qersê 5, li Erzincanê 4, li Erzirom û Agiriyê 3, di binê sifirê da li Erdexanê 10 pile tê payîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.