Li Rojhilatê Anadoluyê bi tesîra sir û seqemê çem û sûlav qerimîn
Li Erzirom, Agirî û Tunceliyê sir û serma tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Erzurum
Li Erzirom, Agirî û Tunceliyê sir û serma tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li Erziromê bi tesîra hişkiyê, çem û robar qerimîn, şembelûk bi baniyan daliqîn.
Ekîbên şaredariyê xebata avêtina berfa li ser rê û kolanan û her wiha rêxwêkirinê didomînin.
- Agirî
Li Agiriya ku germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da 22 pile hat pîvan, çem û robar qerimîn.
Li bajarê ku şembelûk bi baniyên avahiyan daliqîn, welatiyan wesayîtên xwe bi betanî û cilikan nixumandin ku serma nekin.
Li bajêr her wisa dîreg û qabloyên ceyranê jî qerisîn.
- Tuncelî
Li navçeyên Tunceliyê Ovacik, Mazgîrt, Pulumur û Hozatê jî çem û sûlav qerimîn.
Li nêzîkî gundê Hilbeşê yê li Geliyê Pulumurê ciyê ji ber ku timî av jê tê û gel jê ra dibêje "Zinarên Digirîn" jî bi tesîra sermayê cemed girt.
Bi zinaran va şembelûkên bi qasî 3 metreyan daliqîn.