Li Rojhilat xwaringeh û kafeyan piştî mehan deriyên xwe ji mişteriyên xwe ra vekirin
Serokê Odeya Xwaringehên Erziromê Zekî Pinar: "Îro kepengên ku hatibûn girtin hatin vekirin. Çi dikeve li ser sitûyê me em ê bikin û em ê karê xwe bimeşînin."

Erzurum
Li Erzirom, Agirî, Îdir, Qers, Erdexan û Erzinganê xwaringeh, kafe û restorantên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) demeke hatibûn girtin îro vebûn û xizmet dan mişteriyên xwe.
Ji ber giştînameya Wezareta Karên Navxweyî ya ku şand 81 walîtiyên bajaran xwaringeh, kafe û kargeh ji ber şewba vîrusa koronayê hatibûn girtin.
Xwediyê van cihan îro serê sibê kargehên xwe vekirin û benda mişteriyên xwe ne.
- Erzirom
Serokê Odeya Xwaringehên Erziromê Zekî Pinar ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand xwediyê van deran bi kelacan îro çûn li ser karên xwe û wiha axivî: "Di pêvajoya şewbê da dewleta me di qada aboriyê da gavên girîng avêtibûn. Îro kepengên ku hatibûn girtin hatin vekirin. Çi dikeve li ser sitûyê me em ê bikin û em ê karê xwe bimeşînin. Wek gel di dema şewbê da me seferberî da destpêkirin. Xwediyê xwaringeh, kafe û restorantan li ber xwe dan. Em ê ji îro pê va kargehên xwe vekin û gavên ku dewleta me û gelê me avêtibûn em ê jî bigîhînin asteke bilind."
- Erzingan
Serokê Odeya Xwaringehên Erzinganê Erkan Telçeken jî got 260 esnafên endamê odeya wan e qasî du mehan e kargehên xwe girtin.
Telçeken got esnafên bajêr îro kargehên xwe vekir û wiha axivî:
"Di vê pêvajoyê da dewleta me alîkarî û derfeta pêwîst bo me dabîn kir. Xwedê zewalê nede dewleta me. Îro jî şikir em li ser karê xwe ne, di xizmeta miletê xwe da ne. Hemû esnafê me li gorî giştînameya Wezareta Karên Navxweyî amadekariyên xwe kirin. Mesafeyên nava maseyan hatin eyarkirin."
- Erdexan
Serokê Yekîtiya Odeya Esnaf û Senaetkarên Erdexanê Yilmaz Kaya jî diyar kir ku esnaf kelecanî ye ku piştî navbereke dirêj vedigere mesaiyê.
Kaya diyar kir ku pêvajo ji bo esnaf bû sedema pirsgirêkan û wiha dewam kir, "Înşelah dawiya vê pêvajoyê dê ji bo me bixêr be. Herwiha em di mijara tedbîran da jî alîkariya esnaf dikin."
- Qers
Li Qersê jî xwediyên kargehan serê sibê kargehên xwe vekirin. Esnafê ku piştî navbereke dirêj ligel mişteriyên xwe hatin cem hev, kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Mişteriyên ku destê xwe dezenfekte kirin û wisa derbasî hundir bûn, li ser maseyên ku li gorî mesafeya civakî hatine danîn rûniştin û xwarin xwarin.
Karîgerê salona taştê Faruk Savaş diyar kir ew şad in piştî demeke dûr û dirêj mişteriyan qebûl dikin û wiha dewam kir, "Ji ber tevdîrên vîrusa koronayê me mecbûrî demekê kargeha xwe girt., pêvajoyeke dijwar bû, lê me dîsa vekir û em kêfxweş in. Em agirê mişteriyên xwe dipîvin û li gor mesafeya xweparastinê wan hildidin hindur."
- Agirî
Li Agiriyê jî baxçeyên çayê, kafe û qehwexane cardin mişteriyan qebûl dikin û welatiyan tevdîrên xwe hildan û çaya xwe vexwar.
Welatiyan piştî demeke dirêj li derva çayê vexwar û li kargehan guh didin tevdîran.
Xwediyên kargehan jî dawiya hefteyê amadehiyên xwe kirin, serê sibê kargehên xwe vekirin û ji bo kifşkirina mesafeya xweparastinê li ser maseyan nivîsa "vê derê vala bihêlin" nivîsîn.
- Îdir
Li Îdirê loqente, kafe û restoran şeveqa sibê vebûn û dest bi qebûlkirina mişteriyan kirin.
Esnafana paqijiya kargehên xwe kirin û piştî çend mehan mazûvaniya mişteriyên xwe yên ewil kirin.
Kargehên ser Kolana Valî Yoluyê ku bi kafeyên xwe navdar e jî piştî demeke dirêj cardin mişterî qebûl kirin
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.