Li Rojhilatê germahiya herî kêm di bin sifirê da bi 8 pileyan va li Erdexanê hat pîvan

Erzurum
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm a bi şev di bin sifirê da bi 8 pileyan va li Erdexanê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û dem demî jî pir ewrayî be, li Erzirom, Erzincan û Agiriyê baranê bibare, li cihên bilind ên Erziromê jî berf û şilope wê bibare.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla başûr bayekî nerm, dem demî jî nîveqewî bê.
Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm li Tunceliyê 7, li Erzincan û Îdirê 4, li Agiriyê 2, li Erziromê sifir, li Erdexanê di binê sifirê da 8î, li Qersê jî li binê sifirê da 5 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Erzincanê 12, li Tunceliyê 10, li Îdirê 9, li Agiriyê 8, li Erziromê 7, li Qersê 6 û li Erdexanê jî 4 pile tê payîn.