Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Yunus Hocaoğlu,Abdullah Söylemez
08 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2022
Li Erzirom, Erdexan, Qers û Agiriyê sir û serma tengasiyê dide kişandin.
Germa hewayê bi şev li Erziromê 4 pile di binê sifirê da hat pîvan, piştî berfa ku duh barî, hewa sar bû, serê sibehê rêyan cemed girt.
Camên wesayîtan qeşa kişand, welatiyan camên xwe paqij kir.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindahiya berfê 19 santêm hat pîvan.

- Erdexan
Li Erdexanê jî bi şev germa hewayê di binê sifirê da 5 pile hat pîvan.
Li deverên bilind berf barî, mij çêbû, ji ber sir û seqemê cemed çêbû.
Li navçeya Goleyê jî bi navber berf barî û serma çêbû.

- Qers û Agirî
Li Qersê jî berf barî, sir û seqem çêbû.
Berfê îşev jî dayê û bi navber heta sibê barî.
Ji mijê di rêya Qers û Îdirê da mesafeya dîtinê heta 5 mêtreyî kêm bû. Polêsan li ser rêyan tevdîr hilda.

Deverên dîrokî di binê mijê da dîmenekî xweş derxist holê.
Li navçeya Sariqamîşê jî dar beran qiravî girt, camên kargeh û wesayîtan qeşa kişand.
Li navçeyê Çemê Keklîkê qerimî û bi baniyan va şembelîlk daliqiyan.
Li Agiriya ku çil û çiyayên wê di binê berfê da ma jî sir û seqem tengasiyê dide kişandin.