Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê da bi 15 pileyî ve li Erdexanê hat pîvan.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Texmîn û Hişyariyê ya Meteorolojiyê hatin sitendin, herêm di bin tesîra hulmegura bilind a Îzlandayê de ye û li gor texmînan dibe ku cemed, miij çêbe.
Li herêmê bi şev pileya hewayê li Erdexanê 15, li Agiriyê 13, li Qersê 11, li Bidlîsê 10, li Wanê 9, li Mûş û Hekariyê 8, li Erziromê 7, li Îdirê 2 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku li herêmê bi roj germahiya hewayê li Îdirê 8, li Wanê 5, li Ezircanê 1, li Erzirom, Bidlîs û Qersê sifir, li Hekariyê 3, li Agiriyê 4, li Erdexanê pileyek be.
Qalindahiya berfê li Bidlîsê 75, li Hekariyê 25, li Erdexanê 23, li Mûşê 26, li Agirî 12, li Erziromê 9, li Qersê 8, li Ezircanê 6, li Wanê jî 24; li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokena 80, li Navenda Xweşiqitandinê ya Qonaxliyê 75, li Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamişê 46, li Navenda Xweşeqitandinê ya Erganê 16 santîm hat pîvan.