2015 ж. 19 желтоқсан•Rojanekirin: 2015 ж. 19 желтоқсан
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê da bi 27 pileyî va li Sarîqamîşa navçeya Qersê hat pîvandin, dibe ku cemedê çêbe.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, ji ber sir û seqemê dibe ku cemed çêbe û hin caran jî mij bikeve.
Ji bo vê jî rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira bêtevdîr dernekevin rê. Li herêmê hewayê sayî û ewrsayî be û dibe ku ba rabe.
Wek mayîn li herêmê hewaya herî sar di bin sifirê da bi 27 pileyî va li Sarîqamîşa navçeya Qersê hat pîvandin.
Li herêmê germahiya hewayê li Îdirê di bin sifirê da 1, li Qersê di bin sifirê da 12, li Erdexanê di bin sifirê da 21, li Erziromê di bin sifirê da 15, li Ezircanê di bin sifirê da 13, li Agiriyê di bin sifirê da 9 pile hat pîvandin.