Li Rojhilatê Anadoluyê li 5 parêzgehan rêya 551 cih û waran ji ber berfê girtî ye
Kars
Li Erzirom, Qers, Erdexan, Tuncelî û Agiriyê ji ber berf û bagerê rêya 551 cih û waran girtî ye.
Li Erziromê ji ber berf û bagera çend roj berê tesîra xwe nîşan da, rêya 335 taxan hat girtin.
Ekîbên berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin xebatên xwe yên vekirina rêyên girtî didomînin.
Her wiha ji ber şert û mercên neyînî li Agiriyê rêya 110, li Qersê rêya 63, li Erdexanê rêya 35 û li Tunceliyê jî rêya 8 gundan girtî ye.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
