Li Rojhilatê Anadoluyê ji ber berfê 126 gundan hat girtin
Li Rojhilatê Anadoluyê ji ber berfê li Qers û Erdexanê rêya 126 gundan hat girtin.

Kars
KARS
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berfê li Qers û Erdexanê rêya 126 gundan hat girtin.
Li herêmê berf û bager ev demek e bi navber dewam dike. Ji ber barîna berfê li Arpaçayê 17 û Dîgora navçeyên Qersê jî rêya 4 gundan hat girtin.
Ji bo vekirina rêyan xebatên tîmên Îdareya Taybet ya bajêr bênavber dewam dikin.
- Li Erdexanê rêya 105 gundan hat girtin
Li Erdexan û navçeyên wê jî ji ber barîna berfê û tîpiyê rêya 105 gundan hat girtin.
Bi taybetî rêya Erdexan-Artvîn, Erdexan-Posof, Erdexan-Qers û Erdexan-Goleyê ji ber barîna berfê hatin û çûyîn bi zehmetî tê kirin.
Rêya Gole-Erdexanê ji ber pûkê bi temamî hatiye girtin û li navçeya Goleyê jî berf dibare.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.