Türkan Tosun
18 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê wê li gor demsalê di navbera 3 û 5 pileyan de zêde bibe.
Li gor agahiya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê kêm ewrabî û sayî be.
Li herêmê hewa li gor demsalê wê di navbera 3 û 5 pileyan de zêde bibe, ji hêla başûrê rojava va car caran bayê rabe.
Germahiya hewayê ya herî kêm a bi şev li Qers û Erdexanê 11 pile, li Erzirom û Agiriyê 13 pile, li Tuncelî û Erzinganê 18 pile û li Îdirê jî 20 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê îro wê li Tunceliyê 39 pile, li Îdir û Erzinganê 38 pile, li Agiriyê 35 pile, li Qers û Erziromê 33 pile, li Erdexanê jî 31 pile be.