Li quntara Çiyayê Tendûrekê koçeran dest bi mesaiya heywanan a zor û zehmet kir

Ağrı
Li Giyadîna (Diyadin) navçeya Agiriyê Zozanê Çobanê yê li quntara Çiyayê Tendûrekê mazûvaniya malbatên koçer û birên pezê wan dike.
Gundê Hecî Xalit li ser navçeya Giyadînê ye û li cihekî bilind hatiye avakirin. Kesên ku li vî gundî heywandariyê dikin, bi hatina biharê ra cardin hilgêriyan Zozanê Çobanê yê li quntara Çiyayê Tendûrekê.
Qismekî koçeran li zozanan di konan da, qismekî wan jî di xaniyên kevir ên ku jê ra qere taxim tê gotin da, dimînin. Koçer li mêrg û zozanê hewl didin ku pez û berxên xwe baş xwedî bikin.
Li zozanê bi şeveqa sibehê ra kar û bar dest pê dikin, koçer pez berdidin çêre, ber bi danê nîvro jî bêrîvan dertên bêriyê û pez didoşin, paşê berxa berdidin pez û dimêjînin.
Mêr hiriya pez dibirin, jin jî bi şîrê pez penêr, rûnê nivîşk çêdikin û seba zivistanê amadehiyan dikin.
Mixtar Omer Dogan ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku digel xweşiyên li zozanê, zor û zehmetiyên wê jî hene.
Faruk Dogan jî diyar kir ku ew ji teknolojiyê dûr in û di nava siruştê da dijîn û wiha dewam kir, "Em piranî vejena tavê dixebitînin. Li zozanê hewa pir xweş e. Zarok jî heywanan diçêrînin. Jin penêr davêjinê û nan dipêjin."
Ercan Akkoyun jî daxuyand ku ew heywanan diçêrînin û ew ê piştî Eyda Qurbanê herin zozanekî din.