Jiyan

Li Qersê sîsarkê bi rî hat dîtin

Hüseyin Demirci  | 11.01.2026 - Rojanekırın : 12.01.2026
Li Qersê sîsarkê bi rî hat dîtin Hüseyin Demirci

Kars

Li Sariqamîşa navçeya Qersê, sîsarkê bi rî yê wekî "zibilvanê xwezayê" tê zanîn, hat dîtin.

Li navçeyê piştî barîna berfê, hin cisnên nadir jî ketin ber xuyaniyê.

Sîsarkê bi rî yê ku li tanga Acisuya 5 kîlometre dûrî navenda navçeyê hat dîtin, piştî ku qederekê li hewa firiya, li ber çavan wenda bû.

Sîsarkên bi rî ku li Tirkiyeyê ji çar cisnên sîsarkan yên herî nadir in, meyt û hestiyên li xwezayê dixwin û sûdeke zêde didin ekosîstemê. Sîsark bi vê taybetiya xwe va wekî "zibilvanê xwezayê" tên wesifandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın